Aborî
Iraq: Hilberîna petrolê 4 milyon bermîlan derbas kir
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Petrolê ya Federal a Îraqê Selîm Rûkabî daneyên herî nû yên sektora petrolê eşkere kirin û ragihand ku berhemanîna giştî ya petrola xav li seranserî welat geşepêdaneke berbiçav dîtiye û ji sînorê 4 mîlyon bermîlên rojane derbas bûye.
Rûkabî da zanîn ku ev zêdebûn di çarçoveya plana geşepêdana giştî ya sektora enerjiyê de pêk hatiye.
Derbarê dosyeya Herêma Kurdistanê û hevahengiya ligel Bexdayê de, berdevkê wezaretê destnîşan kir ku peymana sêalî ya taybet bi radestkirina petrola xav a Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirinê bi rêya Kompaniya SOMOyê hîn jî wekî xwe berdewam e.
Wî tekez kir ku ev prose û hevkarî nehatiye rawestandin û xebatên hinardekirinê di çarçoveya wê peymanê de dimeşin.