Cîhan
Zeydî: Em ê hilberîna petrolê derxînin 10 milyon bermîlan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand ku welatê wî di qonaxeke nû ya çaksaziya aborî û bankî de ye û armanc dikin ku asta hilberîna petrolê ya rojane ji 4,5 milyon bermîlan bigihînin 10 milyon bermîlan.
Zeydî ku li New Yorkê bi nûnerên bank û saziyên darayî yên Amerîkayê re civiyabû, diyar kir ku lawaziya berê ya pergala bankan a Iraqê ji ber qutbûna ji pergala darayî ya navneteweyî bû û bang li saziyên Amerîkî kir ku beşdarî avakirina aboriya Iraqê bibin.
Zeydî her wiha tekez kir ku ji bo veberhêner û şirketên biyanî ew ê hemû hêsankariyên pêwîst dabîn