TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraqê 8 sal ceza da rayedarekî petrolê û dê 36 milyon dolar pere jî bide dewletê

Admin M
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2026 20:08

PeyamaKurd – Dezga Têkoşîna bi Gendeliyê re ya Iraqê ragihand ku 8 sal cezayê zîndanê dane rayedarekî berê yê petrolê, dê heman rayedar 36 milyon dolar perê ku xwariyê dê paşde bide dewletê.

Komisyona Têkoşîna bi Gendeliyê re ya Federal (FCoI) mijarê roja Sêşemê ragihand û weha got:

“Rêvebirê şîrketa belavkirina berhemên petrolê ji ber ji peymanên Şîrketên Rafîneriyên Bakûr pere bi dest xistiye an ku ruşwetê xwariye, 8 sal cezayê zîndanê danê. Mehkûm her weha ji peymanên nerewa yên rafîneriyan 55 milyar dinar (36,3 milyon dolar) dê paşde pere bide.”

Mehkûmiyeta Huseyin Talib kir ku serokwezîr Ali el-Zaidi û FCoIê di dawiya meha Hezîranê de kampanya li dijî gendeliyê bidin destpêkirin. Bû sedema rayedarên dewletê bên girtin û ev operasyona niha di pey wan de hat kirin.

Komisyona Duristiyê ya Iraqê (FCoI), roja Sêşemê daxwuyaniyê da û tê de got :

“Talib, 40 peymanan bi şirketên ku têkiliya wan şîrketan pê re hene, di rêya nerewa de îmza kiriye û 29 fermanên kirîna tiştnan daye, her weha car din di rêya nerewa de kiriye û bi temamî 181 milyar dinar (119 milyon dolar) kirîn û îhaleyan kiriye û mudaxeleyê wan kiriye. Talib, ji meqamê xwe fêde kiriye û destê xwe xistiye nava şîrketên rafîneriyê û di vê rêyê de, ji bo xwe 30 milyar dinar (19,3 milyon dolar) û ji bo hin kesên din jî 35 milyar dinar (23 milyon dolar) pere xwariye.”

Talib, di nav Çarçova Koordînasyona Şîa de; di asta bilind ya Tevgera el-Hikme de ye. Di meha Tîrmehê de berya sondê bi xwe hatibû girtin. Piştî darizandina cîgirê wezîrê petrolê yê berê û ku hem rêvebirê giştî yê Şîrketên Bakûr Adnan el-Cumeyli hatibû girtin.

Vê kiryara komîsyonê kiribû ku rê li ber têkoşîna gendeliyê vebe û gelek kes hatin girtin.

Parve bike: