Commerzbankê texmînên xwe eşkere kirin: Zêr, zîv û petrol dibe çiqas?
PeyamaKurd - Bakneya herî mezin a Almanyayê Commerzbank, piştî geşedanên dawî yên şerê Îranê, texmîn xwe yên li ser aboriyê nû kirin. Bankeyê ragihand ku wan texmînên xwe yên ji bo bihayê metalên hêja û petrolê guhertine.
Bankayê diyar kir ku di senaryoya wan a bingehîn de tê çaverêkirin ku şerê li herêmê di meha gulanê de bi dawî bibe. Herwiha bankayê ji bo zêr hedefên bilind diyar kirin, lê ji bo petrol û zîv jî kêmbûn texmîn kir.
Bihayê zêr ber bi 5 hezar dolaran ve diçe
Di rapora nû ya Commerzbankê de hat diyarkirin ku ji bo sala 2026an pêşbîniya bihayê zêr hatine zêdekirin. Banka pêşbînî dike ku heta dawiya îsal bihayê onsa zêr bigihîje 5.000 dolarî û ev zêdebûn di sala 2027an de jî berdewam bike, ku hedef 5.200 dolar hatiye diyarkirin. Di heman demê de ji bo lîsteya metalên din jî daneyên nû hatin parvekirin; ji bo platînê di dawiya salê de 2.300 dolar û ji bo alûmînyûm jî di Borsaya Metalê ya Londonê de 3.400 dolar hat pêşbînîkirin.
Bihayê petrol û zîv dikeve
Berevajî zêr, Commerzbankê texmînên xwe yên ji bo nefta Brent û zîv kêm kir. Li gorî analîza bankayê, bi derefta bidawîbûna şer di gulanê de, tê çaverêkirin ku bihayê bermîla petrolê di dawiya çaryeka duyemîn de dakeve 90 dolarî. Herwiha ji bo zîv jî revîzyoneke hat gotin ku dibe di nîvê salê de onsa zîv bibe 80 dolar, lê di dawiya sala 2026an de careke din ber bi 90 dolarî ve bilind bibe.