Sedema qedexekirina Telegramê li Iraqê eşkere bû
PeyamaKurd -
Wezareta Veguhestin û Gihandinê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku nivîseke fermî ya hikûmeta Iraqê gihiştiye destê wan û li gorî wê, pêwîst e di nava 30 rojan de — ji 22ê Mijdarê heta 21ê Kanûna Pêşîn a 2026an — rêkarên rawestandina xizmetguzariyên Telegramê bên cîbicîkirin.
Li gorî zanyariyan, Bexdayê du daxwazên bingehîn pêşkêşî kompanyayê kiribûn:
Ya yekem vekirina şaxekî sereke li Bexdayê ji bo avakirina pêwendî û hevahengiya rasterast û ya duyem jî radestkirina zanyarî û datayên çend hesabên diyarkirî.
Piştî ku Telegramê her du daxwaz bi temamî red kirin, hikûmeta Iraqê biryara astengkirin û qedexekirina sepanê da û kompanya û saziyên pêwendîdar ên li Herêma Kurdistanê jî ji bo pabendbûna bi rênima û yasayan hatin agahdarkirin.