TR KU SO
FB X
Aborî

Cotkarên li Awisturalyayî ji ber gost erzan e naxwazin mêsinan xwedî bikin

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 24 mijdar 2023 19:35

PeyamaKurd - Ji ber ku goşt gelekî erzan bûye hinek ajeldarên Awistralyayî mêşinên xwe dikujin an jî didin xelkê da ku ji mesrefên wan xelas bibin.

Li gorî amarên Komeleya Goşt û Ajeldariyê ya Awistralyayê, ji par vê goşt ji sedî 70 erzan bûye û bihayê kîloya goşt heta bi 1,23 dolaran daketiye.

Rêvebirê komeleya nav borî Tim Jackson got:

“Li Awistralyayê çend salên derbasbûyî hewa gelekî baş bû. Vê jî wiha kir ku hejmara mihan bigihe 78,75 milyonan.

Ev, piştî sala 2007an hejmara herî zêde ye li welatê me.”

Baranên bibereket û hewaya xweş bûn sedem ku li Awistralyayê hejmara mêşinan ewqasî zêde bibe.

Hejmara mihan bi taybetî jî li herêmên New South Wales û Victoriayê gelekî zêde bûye.

Ji aliyê din de, Serokê şirketeke xwedîkirina mêşinan Andrew Spencer jî destnîşan kir ku ajeldar ji ber erzanbûna zêde êdî mêşinên xwe nabin bazaran û wan tenê li mêrgan diçêrînin, herwiha ji bo qelewkirina wan hewl nadin.

Alîkarê Grûpa WAFarmerê Steve McGuire jî got:

“Van rojan kara xwediyên mêşinan gelekî kêm bûye, dibe ku êdî piraniya mihan li bazaran neyên firotin. Ev jî wiha dike ku xwediyên mêşinan li kuştina wan bifikirin.”

Steve McGuire diyar kir ku xwediyên mihan ji kuştina wan zêdetir dixwazin mihên xwe bidin xelkê lê kesên ku wan mêşinan bixwazin jî gelekî kêm in.

Komeleya Goşt û Ajeldariyê ya Awistralyayê pêşbînî dike ku hejmara mêşinan 3 caran ji niha zêdetir bibe.

Parve bike: