TR KU SO
FB X
Aborî

DHMI: Bo 17.1 mîlyon rêwiyan xizmet hat dayîn

Admin M
Nivîskar
📅 10 tebax 2021 02:26

PeyamaKurd – Rêvebiriya Giştî ya Meydanên Hewayî yên Dewletê (DHMİ) yê Tirkiyê ragihand ku li seranserê Tirkiyê, di xetên derve û hundir de bi rêya hewayî, bi rêwiyên transît ve xizmetê daye 17 mîlyon 135 hezar û 415 rêwiyan.

DHMİ rêjeyên meha temmûza borî yên balafir, rêwî û kargoyê ragihand. Di meha temmûzê de balafirên ku rabûne û xwe danîne balafirgehên Tirkiyê jimara wan di xetên hundir de 84.604 û di xetên derve de 60.971 e. Bi temamî 170.769 balafir xebitîne.

Rêwiyên ku di xetên hundir de çûne û hatine 8.730.405 û yên derve 8.384.978 in. Bi giştî dike 17.135.415 rêwiyan.

Di barhilgirtina kargoyê de bi temamî 372.346 ton bar birine û anîne.

Parve bike: