Kurdistan: Ji bo nirxê benzînê 5 biryarên nû hatin dayîn
PeyamaKurd - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî ya wekalet a Herêma Kurdistanê, îro 28ê Tîrmehê civîneke berfireh a rêveberiya petrol û kanzeyan li dar xist. Di civînê de ji bo çareserkirina kêmiya benzînê û sererastkirina nirxan, 5 biryar hatin dayîn.
Biryarên Wezaretê wiha ne:
1- Wezaret dê hemû hewldanên xwe bide, da ku para Herêma Kurdistanê ya petrola xav ji aliyê hikûmeta federal ve were zêdekirin. Niha tenê rojane 50 hezar bermîl petrol tê dayîn (ku dike %39ê para rastîn), lê li gorî mafê destûrî divê rojane 126 hezar û 700 bermîl petrol ji bo parzûngehên Herêmê were dabînkirin.
2- Birê benzîna "Normal" a ku hikûmet piştgiriya nirxê wê dike û bi 750 dînaran tê firotin, li hemû parêzgeh û îdareyên serbixwe tê zêdekirin.
3- Nirx û kalîteya benzîna bazirganî (Normal, Muhesen û Super) dê rojane were kontrolkirin, da ku li gorî rewşa bazarê û şiyana welatiyan be.
4- Komîteyên çavdêriyê yên li parêzgehan û îdareyên serbixwe tên zêdekirin, da ku bi tundî parastina kalîteya benzînê bikin û rê li ber firotina benzîna xirab bigirin.
5- Ji bo hawirdekirina benzînê û madeyên kîmyewî yên pêwîst, hemû asankarî li gorî rênimayên wezaretê ji bo bazirgan û kompaniyan tên pêşkêşkirin.