TR KU SO
FB X
Aborî

Iraqê daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo dabînkirina benzînê red kir

Admin H
Nivîskar
📅 27 tebax 2026 12:56

PeyamaKurd - Wezareta Petrola Iraqê daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo dabînkirina 15 hezar bermîl benzîn bi nirxê erzan red kir û sedema wê jî bo kêmbûna depoyên stratejîk vegerand.

Parlamenterê PDK’ê di Encumena Nûneran a Iraqê de Sîpan Şêrwanî 27ê Tebaxa 2026an ragihand, Wezareta Petrola Iraqê bi nivîseke fermî ya bi îmzeya wezîrê Petrolê, bersiva daxwaza Hewlêrê daye.

Li gorî Şêrwanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kiribû ku mîna parêzgehên din ên Iraqê, benzîn bi nirxê kêm (piştgirkirî) ji bo welatiyên Herêmê jî were dabînkirin.

Lê belê Wezareta Petrolê di bersiva xwe de diyar kiriye ku ji ber "guherînên jeopolîtîk û têkçûna zincîra dabînkirina sotemeniyê" ew nikarin vê daxwazê bicih bînin.

Di nivîsa wezaretê de her wiha hatiye destnîşankirin, ji ber werzê germê, li seranserî Iraqê asta xerckirina sotemeniyê bi awayekî berçav bilind bûye û ji ber vê yekê depoyên stratejîk ên welat daketine asta herî nizm.

Bexdayê ragihandiye ku di vê rewşê de şandina ti birekî zêde yê benzînê bo Herêma Kurdistanê ne pêkan e.

Ev biryara Bexdayê di demekê de tê, welatiyên Herêma Kurdistanê ji ber bihabûna nirxê benzînê û kêmbûna wê di bazaran de, di rewşeke zehmet de ne.

Welatiyan hêvî dikir ku bi rêya hikûmeta federal û dabînkirina benzîna erzan, krîza sotemeniyê li Herêmê were çareserkirin, lê bersiva Bexdayê ev hêvî kêm kirin.

Parve bike: