TR KU SO
FB X
Aborî

Di 3 mehên 2026an de, zêdayiya perê carî yê Çînê gihaye 184,3 milyar dolarî

Admin M
Nivîskar
📅 27 hezîran 2026 14:44

PeyamaKurd – Abroiya Çînê hem rewşa xwe ya heyî diparêze û hem pêşde diçe. Di çaryeka ewilî ya sala 2026an de mêzêna aboriya Çînê xwe parastiye.

Dezgeya Çînê ya SAFE rêjeyan belav kir û li gir agahiya wê; di navbera meha yekê heya Adarê, zêdayiya perê carî yê aboriya Çînê gihaye 184,3 milyar dolarî.

SAFE rêjeyên xwe yên dawiyê, di çarçova mêzêna karên carî, bazirganiya mal, bazirganiya xizmetê, dahatên veberhênanê û ji transeferên carî pêk tên lê li gor mêzêna dahat-xerckirinê ragihandina xwe kiriye.

Di heman dewrê de di bazirganiya mal de, 247,5 milyar dolar zêdebûn çêbûye lê di bazirganiya xizmetê de 59,6 milyar dolar kêmasî çêbûye.

Di xala dahata veberhênanê de kêmasî bi miqdarê 7,4 milyariye lê di transfera carî de 3,8 milyar dolarlık zêdebûn çêbûye.

Di aboriya Çînê de, di seranserê sala 2025an de, yanî di 12 mehan de, zêdemayiya karê carî 735 milyar dolar bû.

Parve bike: