TR KU SO
FB X
Cîhan

Rejîma Îranê 3 xwepêşanderên Çileya 2026an bidarve kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 mijdar 2026 18:00

PeyamaKurd - Ajansa Mîzan a ser bi desthilata dadweriya Îranê ragihand ku îro 8ê Mijdarê sê xwepêşanderên bi navên Hesen Dêwbend, Hemîd Kazimî û Reza Zengene ku di dema xwepêşandanên çileya 2026an de hatibûn girtin, li bajarê Kerecê hatin darvekirin.

Dadgeha Şoreşê ya Kerecê ev her sê kes bi tometa "têkdana malê giştî" ceza kiribûn û dest danîbû ser mal û milkê wan, her wiha di heman dosyayê de 8 kesên din jî bi cezayê girtîgehê yê di navbera 5 heta 10 salan de hatin cezakirin.

Li aliyê din, Dadgeha Şoreşê ya bajarê Meşhedê cezayê darvekirinê li 2 xwepêşanderên din bi navên Elî Zaxî û Îlya Ekberî birî, û li Tehranê ham dadgehê li kesekî bi navê Hisên Darabî bi tometa "hevkariya bi dewleta dijmin re" 25 sal cezayê girtîgehê birî. Ev pêla nû ya darvekirinê di demekê de ye ku Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê beriya niha eşkere kiribû ku heta niha herî kêm 36 xwepêşanderên girtî hatine darvekirin.

Parve bike: