TR KU SO
FB X
Aborî

Di meha nîsanê de bi 20,7 mîlyon dolarî mismis firotin derveyê welat

Admin M
Nivîskar
📅 04 gulan 2019 04:10

PeyamaKurd- Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Meletiyê ku di dinyayê de kaniya hilberîna mişmişaye, di meha nîsanê de 8 hezar û 310 ton mişmişê hişkkirî firotin derveyê welat û jê 20 mîlyon,710 hezar û 900 dolar pere qezenckirin.

Borsa Bazirganiyê ya Meletiyê rêjeya mehane ya îxracatê ragihand. Li gor rêjeyê ji 1 ê tebaxa 2018an heya 30 yê nîsana 2019an, di nava 9 mehan de, 83 hezar û 586 ton mişmişên hişkkirî, bi bihayê 211 mîlyon û 119 hezar dolarî firotine 100 welatên derve.

Parve bike: