TR KU SO
FB X
Aborî

Herêma Kurdistanê û Rûsyayê li ser dabînkirina pêdiviyan li hev kir

Admin H
Nivîskar
📅 02 nîsan 2026 16:33

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Bazirganiyê ya Rûsyayê li ser veguhestina pêdiviyên sereke yên wekî xwarin, derman û kelûpelên avakirinê li hev kir.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku ji ber şerê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de û girtina Tengava Hurmizê, rêyên asayî yên bazirganiyê hatin astengkirin.

Ji bo rêgirtina li qeyrana aborî û parastina ewlehiya xwarinê, dê kelûpelên Rûsî êdî bi rêya bejayî û di Deriyê Navneteweyî yê Îbrahîm Xelîl re bigihîjin sûkên Herêma Kurdistanê.

Parve bike: