TR KU SO
FB X
Aborî

Hikûmet ji bo nûkirina sikak û kolanan budçeyek terxan kir

📅 12 îlon 2019 17:20

PeyamaKurd -  Hikûmeta Kurdistanê bûdceyek bo nûjenkirina rêk û cadeyên Herêma Kurdistanê terxan kir.

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, hikûmetê 33 milyar û 876 milyon dînar (derdora 28 milyon dolar) bo nûjenkirina rêk û cadeyan terxan kiriye.

Cotyar Adil da zanîn, ew dirav bo çar parêzgehên Herêma Kurdistanê û her du îdareyên Germiyan û Neynewa hatiye terxankirin.

Bi gotina berdevkê hikûmetê Adil, ew proje dê di nav 2 mehan de xilas bibe.

Parve bike: