TR KU SO
FB X
Aborî

Hikûmeta Iraqê dest bi hawirdekirina benzînê ji Sûriyeyê kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 îlon 2026 14:32

PeyamaKurd - Hate diyarkirin ku Iraq rojane bi 5 milyon lître kêmasiya benzînê re rûbirû ye û ev pêngav ji bo dagirtina valahiya bazarê Ji bo derbaskirina qeyrana giran a sotemeniyê ya ku zêdetirî mehekê ye parêzgehên Iraqê girtiye bin bandora xwe, hikûmetê dest bi hawirdekirina benzînê ji Sûriyeyê kir.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rukabî ragihand ku benzîn bi rêya tankeran bi awayekî birêkûpêk ji Sûriyeyê digihêje welêt û ev yek dê komgeha stratejîk a Iraqê bihêz bike.

Li gorî zanyariyan, karwanê yekem ê ku ji 57 tankeran pêk dihat di 24ê Îlonê de derbasî Iraqê bûye û niha xebat tên kirin ku ev hejmar bigihêje 200 tankerên rojane.

Pisporên aboriyê balê dikişînin ser wê yekê ku tevî Iraq welatekî dewlemend ê petrolê ye jî, ji ber kêmbûna şiyana parzûnkirinê û kevnarbûna parzûngehan rojane bi qasî 5 milyon lître kêmasiya benzînê dikişîne, û ev pêngava nû armanc dike ku vê valahiyê bigire.

Parve bike: