TR KU SO
FB X
Aborî

Iraqê ji bo dabînkirina benzînê girêbestên nû îmze kirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 îlon 2026 19:25

PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Îraqê ji bo çareserkirina kêmbûna sotemeniyê gavên nû avêtin û ragihand ku biryar e di dawiya vê hefteyê de çendîn tankerên nû yên benzîn û gazê bigihîjin navxweya welêt.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Îraqê Selîm Rukabî di daxuyaniyeke rojnamevanî de da zanîn ku wan ji bo dabînkirina pêdiviyan girêbestên nû îmze kirine û ev pêngav di çarçoveya plana dabînkirina berhemên neftî de tê avêtin.

Her çend Îraq yek ji mezintirîn berhemanîner û hinardekarên sereke yên petrola xav e li cîhanê, lê belê di dirêjahiya salên borî de ji ber kêmasiya parzûngehan, di dabînkirina berhemên wekî benzîn û mazotê de bi berdewamî rûbirûyî qeyranan bûye.

Wezaretê tekez kir ku ew berdewam çavdêriya asta berhemanîna navxweyî dikin û her kêmasiyekê bi rêya zêdekirina hawirdekirinê tijî dikin da ku aramiya bazarê bê parastin.

Parve bike: