Hikûmeta Iraqê peymanên ligel Sûriye û Tirkiyê pejirandin
PeyamaKurd - Encumena Wezîran a Îraqê bi serokatiya Serokwezîr Elî Falih Zeydî civiya û hejmarek biryarên stratejîk di warên enerjî, av û peywendiyên herêmî de pejirandin.
Di civînê de ji bo cihêrengkirina rêyên hinartina petrola xav, destûr hat dayîn ku Rêvebirê Şirketa Petrola Besrayê bi Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê re peymanekê li ser avakirina xeteke boriyê çêbike daku petrola Iraqê di ser Deryaya Navîn re bigihîje bazarên cîhanê.
Herwiha ji bo pêşxistina qada gaza "Ekkaz"ê û projeya "Geyare"yê biryarên nû hatin wergirtin û biryar hat dayîn ku "Peymana Çarçoveya Stratejîk a Iraq û Tirkiyeyê" ya li ser dosyeya avê ji 1ê Îlona 2026an pê ve bikeve pratîkê.
Bêhnvedana fermî, rewşa elektrîkê û meaşên xwendekaran
Ji bilî biryarên enerjiyê, Encumena Wezîran bi minasebeta çileya Îmam Husên û ji bo Hêsankirina çûnehatina ziyaretkaran, rojên 3 û 4ê Tebaxa 2026an li seranserê Iraqê wekî bêhnvedana fermî ragihand.
Di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna elektrîkê, dema karkirina santralên hilberîna enerjiyê heta 30ê Îlona 2026an hat dirêjkirin da ku rojane 350 megawatt elektrîk bide tora niştimanî. Di dawiya civînê de biryar hate dayîn ku bi hevahengiya Wezareta Xwendina Bilind re meaş û piştgiriyên darayî ya xwendekarên jêhatî yên ku li derveyî welat dixwînin li gorî şert û mercên wan welatan ji nû ve bêne sererastkirin.