TR KU SO
FB X
Aborî

Îran li Silêmaniyê navenda bazirganiyê vedike

Admin H
Nivîskar
📅 13 sibat 2022 23:39

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di demek nêzîk de Îran wê navendeke bazirganiyê li bajarê Silêmaniyê veke û wê di wê navendê de, 30 kompaniyên înternetê û 100 markayên cuda yên Îranê cih bigirin.

Medya fermî ya Îranê IRNAyê belav kiriye ku Serkonsulê Îranê yê li Silêmaniyê Mehdî Şûşterî,  îro Yekşemê bi bazirganên parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê re civiya ye.

Şûşterî gotiyer, “Ew navenda bazirganî ku wê li Silêmaniyê bê vekirin, wê di warên dîtina bazarê, peywendîkirin û veguhastinê de bixebite.”

Berpirsê Odeya Bazirganî ya Parêzgeha Kirmaşanê Keywan Kaşifî  jî ragihand, Silêmanî û Herêma Kurdistanê dergehê tevgera bazirganî ya ligel Iraqê ye û got, “Herêma Kurdistanê dergehê tevgera bazirganî ligel Sûriyê û Lubnanê ye jî, tevî ku her niha jî bi awayekî nerasterast wê rolê dilîzin.”

Keywan Kaşifî daye zanîn, di pêşerojeke nêzîk de tişt û kelûpel wê bi awayekî rasterast ji bo nava bazarên Iraqê û Herêma Kurdistanê bêne veguhastin.

Parve bike: