Dorpêça deryayî 18 milyar dolar zirar da aboriya Îranê
PeyamaKurd - Serokê Odeya Bazirganiyê ya Îran û Çînê Mecîdrîza Herîrî hişyarî da ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê bar giran kiriye û veguhastina kelûpelan ji Çînê zêdetirî 18 milyar dolarî li ser bazirganiya welat zêde kiriye.
Herîrî da zanîn ku berê salane nêzîkî 2 milyon konteyner ji rêya deryayî ve dihatin hawirdekirin û lêçûna her konteynerê 3 hezar dolar bû. Lê belê ji ber astengiyan, bikaranîna rêya bejayî ku lêçûna wê 12 hezar dolar e, ji bo her konteynerê 9 hezar dolar zêde xerc çêdike û ev rewş di asta salane de dibe sedema windahiyeke ji deh milyar dolarî.
Di daxuyaniya xwe de Herîrî ji berpirsên rejîmê daxwaz kir ku bi her awayî be rêya danûstandinan, gefan an jî heta destpêkirina şerekî nû rê li ber vê dorpêçê bigirin û wê hilweşînin. Wî bal kişand ser ku lêçûnên bazirganiyê yên li ser Îranê gelekî zêde bûne û hişyarî da ku sîstema aboriya welat rûbirûyî rûxîn û rizîbûnê bûye.