Iraqê ji bo şandina petrolê berê xwe daye boriyên Kurdistanê
PeyamaKurd - Ji bo rûbirûbûna krîza aborî û qerebûkirina zirara bi milyaran dolaran, hikûmeta Iraqê daxwaza lihevkirineke bilez bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dike.
Li gorî nûçeya rojnameya The National, Bexda dixwaze petrola Kerkûkê bi rêya boriyên Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve hinarde bike. Ev hewildan piştî wê yekê tê ku ji ber dorpêça Îranê ya li ser Tengava Hurmizê û êrîşên li ser keştiyên petrolê li Besrayê, Iraq neçar ma hinardekirina petrolê ji başûrê welat bi temamî rawestîne. Ji ber ku 90% ji budceya Iraqê li ser dahata petrolê ye, rawestandina hinardekirinê welat rû bi rûyî krîzeke darayî ya pir giran kiriye.
Mercên Hewlêrê û pêşniyaza Wezareta Petrolê
Wezareta Petrolê ya Iraqê nameyek fermî ji bo Hewlêrê şandiye û daxwaz kiriye ku rojane herî kêm 100 hezar bermîl petrola xav a Kerkûkê bi rêya boriyên Kurdistanê re derbas bibe. Nûnerên Kurd diyar dikin ku ew ji bo vê lihevkirinê amade ne, lê bi mercê ku Bexda "dorpêça li ser dolarê Amerîkayî" ya li ser Herêmê rake û dahata bazirganiyê ya Kurdistanê vegerîne. Rayedarekî bilind ê Kurd destnîşan kir ku divê Bexda di vê krîzê de "pragmatîk" be û heta nakokiyên mezin çareser dibin, lihevkirineke demkî pêk bîne da ku her du alî ji vê krîza nextîneyê rizgar bibin.
Vebijarkên sînordar û derfetên jidestçûyî
Rayedarên Iraqî li mikur tên ku ji ber nebûna nerîneke stratejîk û pirsgirêkên ewlehiyê, Iraqê gelek derfetên girîng ên wekî projeya boriya Eqebeyê ji dest dane. Di vê rewşa dijwar de, boriya Kerkûk-Ceyhanê wekî pêguherka herî ketwarî û guncav tê dîtin. Her çend nîqaş li ser veguhastina petrolê bi rêya tankeran ji bo Urdinê jî hebin, lê pispor û rayedar bawer dikin ku ji bo parastina asteke diyarkirî ya hinardekirinê, lihevkirina bi Hewlêrê re vebijarka herî bi fêde ye, ku ev yek jî pêdivî bi îradeyeke siyasî ya bihêz heye.