Aborî
Iraqê di meha Tebaxê de rekora hinardeya petrolê şikand
PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku di meha Tebaxê de, tevî krîza Tengava Hurmizê û şer, asta herî bilind a hinartina petrolê û dahatê hatiye tomarkirin.
Berdevkê Wezaretê Selîm Rûkabî da zanîn ku di meha borî de rojane bi navînî zêdetirî 2 milyon û 200 hezar bermîl petrol hatiye hinartin û bi giştî nêzîkî 70 milyon bermîl hatine şandin, ku ev yek bû sedema bidestxistina nêzîkî 4 milyar û 500 milyon dolarî dahat.
Rûkabî her wiha eşkere kir ku ji bo parastina aboriya niştimanî û misogerkirina hinartinê, planeke stratejîk hatiye destpêkirin da ku petrol li derveyî Tengava Hurmizê bê hinardekirin.