TR KU SO
FB X
Aborî

Karsazên tekstîlê di bin yek sîwanekî de dicivin: 2000 karker dê bixebitin

Admin M
Nivîskar
📅 26 hezîran 2021 23:38

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navçeya Silopiya (Silopi) karsazên tekstîlê li ciyekî û hem di bin yek sîwanekî de dicivin. Navê projerê danîne Projeya Tekstîlkenê. Piştî avahiyên Tekstilkentê biqedin, dê hemû kargeh li heman ciyê bicivin û di bin yek sîwanekî de bin.

Proje ji aliyê Parzêgeha Şirnexê, Rêvebiriya Taybet û Dicle Kalkınma Ajansı (DİKA) de tê birêvebirin. Ciyê kargeh lê tên avakirin an ku Tekstilkent nêzî deriyê Sînorê Xabûrê li ser 29 donum erd tê avakirin. Niha dest bi avakirina wê kirine. Tekstilkent li ser 4 blokan û 8 atolyeyan tê avakirin û divê di nav 1 salekî de biqede. Her kargehekî 500 m2 ye.

Proje bi 10,5 mîlyon lirayê dibe mal û karkerên tê de bixebitin dêpiraniya wan jin bin. Bende ne 2 hezar karker tê de bixebitin û karsaz divê yên tekstîlê û kincan bin.

Li bajarê Şirnexê di sala 2019 an de jimara atolyeyan 12 bûn û niha 42 ne. Jimara xebatkaran 426 bûn û niha 2.500 kesin. %85 ê karmendan jin in.

Parve bike: