TR KU SO
FB X
Aborî

Şîrketa tekstîlê ya Almanya Eterna îflas kir

Admin M
Nivîskar
📅 26 gulan 2026 20:04

PeyamaKurd – Li Almanya şîrketa tekstîlê ya bi navê Eterna ku di sala 1863an de hatibû avakirin, bi sedema krîza aboriyê temamê xebatên xwe rawestand.

Tesîsên hilberînê yên Eternayê û 34 mexazeyên wê, dê di dawiya Hezîranê de bên girtin. Lewra temamê berhemên xwe bi nîv biha derxistin bazarê. Di wexta tesfiyê de 400 xebatkarên xwe ji ser kar derxistin.

Hat ragihandin ku krîza darayî, zêdebûna bihayên maliyetê û kêmketina firotinê bûne sedema îflasa şîrketê. Tê gotin ku pêla îflasa di sektora tekstîla Ewrûpa de dewam dike.

Parve bike: