Şîrketa Varta 139 sal dewam kir lê niha seredana îflasa xwe kir
PeyamaKurd – Şîrketa pîlan (batarya) ya bi navê Varta, 139 sale ku hilberîna xwe dewam dike lê niha seredana xwe ya îflasê kir. Varta li Almanya yek ji şîrketên herî kevn e.
Varta, li Almanya li dadgeha cîh ya Stuttgartê seredana 4 îflasên cuda kir. Şîrket, heya temamê xebatên xwe bide rawestandin, di bin rêvebiriya xwe ya esasî de, dixwaze xwe ji nûh de bikar bixe. Şîrket dê beşa xwe ya pîlan ya tîpa malan, di derveyê pêvajoyê de bihêle.
Şîrketa Varta ji ber demeka dirêje bi astengiya maddî re rû bi rû ye, seredana parastina îflasê kir. Berdevkekî ji dadgeha Stuttgartê ragihand ku 4 seredanên ji bo dadgehê gihaye destê dadgehê.
Di nava seredanê de şîrketa bingehîn de Varta AG, Varta Microbattery GmbH, Varta Micro Production GmbH û Varta Storage GmbH hene. Şîrket ji dadgehê xwest ku di bin sîwana rêvebiriya esasî ya demkî de pêvajoya îflasê bimeşîne.
Seredana şîrketê nayê vateya ku Varta raste rast xwe tesfiye dike an temamê xebatên xwe radiwestîne. Di modela rêvebirina esasî de, rêvebiriya esasî li ser kar dimîne lê di bin çavdêriya dadgehê de, deynên xwe û xebata xwe ji nûh de saz dike.
Varta, dibêje ku armanca vê pêngavê dahatûya aboriya şîrketê bixe bin garantiyê û karibe dewama xebata xwe bike. Varta tenê beşa hilberîna pîlên malên ya bi navê Varta Consumer Batteries ji şîrketên din veqetand û wê xebata xwe dewam bike.
Varta sedema krîza xwe nîşan dide ku di şertên bazarê de xerabûn heye, daxwaz kêm bûye, kûrên pereyên biyanî fakterekiye û muşteriyekî Vartayê yê girîng dev ji şîrketê berdaye ku ew jî Apple e.
Apple, ji bo pîlên ku şarj dibin yên di bihîstokên AirPodsê de yên “CoinPower” ê, plan kiriye ku bataryayên xwe ji Çînê bikire û ev jî bandorê li Vartayê kiriye.
Her weha ortaxên Vartayê Porsche û karsazê Avusturyayî Michael Tojner xwe nedane ber barê zêdekirina fînansmanê. Di şîrketê de 3,260 xebatkar dixebitin.