Berdevkê PDKê: Rewşa niha ya Kerkûkê berdewama civîna Hotêla Reşîd e
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed îro 16ê Nîsanê, li ser biryara YNKê ya hilbijartina parêzgarê Kerkûkê ji Eniya Tirkmenan û karvekişîna Rêbwar Taha ji erka parêzgariyê daxuyanîyek belav kir
Mihemed got, "Em wek PDK her tim piştgiriyê didin mafê pêkhateyên Iraqê û Herêma Kurdistanê" û eşkere kir ku, rewşa niha ya Kerkûkê berdewamiya civîna Hotêla Reşîdê ye û helwesta PDKê ron û eşkere ye li dijî wan hewldanan.”
Berdevkê PDKê ragihand: "Em bi hemû eşkere yî ve radigihînin ku, tenahî û pêşkeftina welatê me bi dabînkirina mafên rewa yên tevahiya pêkhateyên neteweyî, olî û mezhebî ve girêdayî ye. Herwiha baweriya me jî ew e ku, Kerkûk navenda pêkvejiyana tevahiya pêkhateyên xwe ye."
Mehmûd Mihemed di beşeke din a wê ragihandinê de got: "Helwesta partiya me ron û eşkere ye û em li dijî wan sefeqatan bûn, ku li derveyî niyeta baş li Hotêla Reşîdê û bêyî tevlîbûna aliyên siyasî yên ku nûnertiya xelkê xweragir ê Kerkûkê dikir li ser wî bajarê xweşevî hatin sepandin. Ev rewşa niha jî encam û berdewamiya wan sefeqatan e!"
Mihemed tekez kir: "Me wek Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo Kerkûkê wekî nîştiman û ji bo xelkê wê yê ezîz gelek qurbanî dane û hemî helwest û bizavên me ji bo serbilindî û bextewariya wan bûne."
Berdevkê PDKê tekez jî kir: “Em dê ligel wan biryar û raspardeyan bin ên ku bi hevpariya hemî aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyan bên dan.”