TR KU SO
FB X
Aborî

Komîsyona budçeyê bacên nû qebûl kir

Admin M
Nivîskar
📅 02 mijdar 2019 03:44

PeyamaKurd- Bacên nû bo ser gelek tiştan hatin danîn û di komisyona meclisa Tirkiyê de ya plandanan û budçeyê de hat qebûl kirin. Ev tê vateya eger komîsyon qebûl bike, wê heman biryar di meclisê de jî bê qebûlkirin.

Din ava cûreyên bacê de baca xizmeta dîjîtal, baca qonaxdanînê,baca xaniyên bi qedir di nav de hene. Ji bilî wê di nav qanûnên heyî de zêdekirina nisbeta bacan heye.

Li gor qebûlê nisbeta xizmeta dîjîtal %7.5 e. Di nav de reklam, muzîk, vîdeo, firotina leystikan hene. Baca hatinê %35 bû niha derket %40 î. Kesên ku di ser 500 hezar TL de qezanca wan heye, wê %40 bacê bidin.

Xaniyên biha yên qiymeta wan di navbera 5 mîlyon û 7 mîlyon û 500 hezar de bin, wê %03.5 (ji hezarî) bacê bidin. Yên bihayê wan di navbera 7.5 mîlyon TL heya 10 mîlyon TL yê bin, wê %010 (ji hezarî) bacê bidin.

Parve bike: