Li Bexdayê krîza dolar: Amerîkayê şandina pereyê neqdî rawestand
PeyamaKurd - Ajansa nûçeyan a Reutersê ji zarê çavkaniyên Iraqî ragihand ku ew pereyê neqdî yê dolar ku biryar bû di meha Nîsanê de ji Banka Federal a Amerîkayê bigihe Iraqê, negihîştiye Bexdayê.
Hate diyarkirin ku çarenivîsa pereyê meha bê jî ne diyar e û Washingtonê di vî warî de tu agahî nedane aliyê Iraqî.
Li gorî şîroveyan ev gava Amerîkayê karteke zextê ye li dijî çalakiyên komên çekdar ên li Iraqê, ku berê bi awayekî tund hişyarî li ser hatibû dayîn.
Tevî ku Banka Navendî ya Iraqê (CBI) ev nûçe red kirin, lê berpirsên Wezareta Derve û Berevaniyê piştrast dikin ku hişyariyên Washingtonê "zelal û eşkere" ne û dolar wekî amûreke sîstema cezakirinê tê bikaranîn.
Ji aliyê din rojnameya New York Times jî eşkere kir ku Washingtonê ne tenê şandina dolar, lê tevahiya piştgiriyên xwe yên darayî û serbazî yên ji bo dezgehên ewlehiyê yên Iraqê jî rawestandine.