Li Iraqê amadekariya budçeya 2027an dest pê kir
PeyamaKurd - Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo budçeya federal a salane ya 2027an amadekariyên xwe yên fermî dane destpêkirin.
Di heman demê de, yasaya krîtîk a derbarê "Bexş û Deynwergirtinê" de amade ye û tê çaverêkirin ku hefteya pêş di Civata Nûneran a Iraqê de xwendina wê ya yekem pêk bê.
Ev pêngava darayî ku ji aliyê endama Komîsyona Darayî ya Parlamentoyê Îxlas el-Duleymî ve hat piştrastkirin ku ev yek nîşana xebateke hevpar a berfireh di navbera hikumet û parlamentoya Iraqê de ye.
Di çarçoveya vê lihevkirina stratêjîk de, alî armanc dikin ku yasaya budçeyê di zûtirîn demê de di parlamentoyê re derbas bikin.
Her wiha di budçeya nû de dê rênivîs û mekanîzmayên zelal ji bo pîvanên sereke yên wekî rêjeya guherîna dînar li hember dolar, nirxa neftê û qebareya hinardekirinê werin diyar kirin daku rê li ber qeyranên aborî yên muhtemel bê girtin.