Aborî
Li Iraqê krîza enerjiyê: Bexda nikare 2 milyar dolar deynê Îranê bide
PeyamaKurd - Pisporê warê enerjiyê û Berdevkê berê yê Wezareta Elektrîkê ya Iraqê Ehmed Mûsa Ebadî ragihand ku her çiqas di navbera her du welatan de peymana kirîna rojane 50 milyon metre sêca gazê hebe jî, niha tenê nêzîkî 25 milyon metre sêca gaza Îranê digihîje Iraqê.
Ev rêjeya ku tenê nîvê peymanê ye, ji bo dabînkirina sotemeniya stasyonên elektrîkê yên li naverast û başûrê Iraqê tê bikaranîn ku ji sedî 30yê hilberîna elektrîka Iraqê pêk tîne.
Ebadî da zanîn ku Bexda di kirîna vê gazê de bi 2 milyar dolaran deyndarê Tehranê ye; lê belê ji ber sizayên giran ên aborî yên navneteweyî yên li ser Îranê, hikûmeta Iraqê nikare vî deynê xwe yê mezin bi awayekî fermî bide, ku ev rewş wekî rewşeke giran di warê aborî de tê nirxandin.