TR KU SO
FB X
Aborî

Li Meletiyê mişmişên ku diçinin îxracî welatên din dikin

Admin M
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2026 13:36

PeyamaKurd – Demsala çinîna mişmişan li bajarê Meletiyê dest pêkir. Mişmişên ter dixin paketên 350 gram heya 5 kîloyan û di serî de dişinin welatên Ewrûpayê û welatên din.

Di sala borî de hilberîna şişmişan ji ber sermayê, qeşayê û teyrokê gelek nebaş bû lê îsal hêviya hilberîneran zêdetir e. Di nav 6 rojên dawiyê de cotyar 200 ton îxracatê kirin.

Serokê Borsa Bazirganiya Meletiyê Ramazan Özcan li bajarê Meletiyê li navça Akçadağê seredana karê paketkirina mişmişan kir. Özcan got ku di hefta borî de li navça Kale dest bi çinîna mişmişan kirine, mişmişên ji baxçeyan diçinin, di kargehan de amadeyê îxracatê dikin û dişînin çar terefê dinyayê.

Özcan, behsa sala borî ya 2025an kir ku ji ber cemedê cotyar çendîn perîşan bûne û weha dewam kir:

“Îsal hêviya me zêdeye. Di baxçan de û hem di kargehan de xebatekî zêde heye. Ji baxçê mişmişan heya ser sofrê, temamê hevparên me bi zêdayî xebatê dikin. Bi taybetî em dişînin Ewrûpayê welatên wekî Almanya û Îngîltere. Ev îxracat, wê texmînî 45-50 roj dewam bike.

Niha bajarê Meletiyê bûye ciyê ahengekî. Hedefa me bilind e. Li aliyekî mişmişê ter û li aliyê dinê mişmişên hişk. Hedefa me dahata zêdeye. Em di seha 1 milyon dekarî de, ji 10 milyon darên mişmişan dikarin 800 hezar ton mişmiş hilberînin.

Bajarê Meletiyê li seranserê dinyayê di mişmişên ter de %20 û di yên hişk de %70 yê hilberîna dinyayê dike. Meletî di îxracata meyweyên hişk de li dora 500 milyon dolarî destekê dide dahata Tirkiyê.”

Dema mişmişan ji daran diçinin, di depoyên sarkirinê de rojekî didin sekinandin. Ji bo karibin kalîta wan ya nermbûnê an lekeyan bibiînin, didin rawetandin. Di makîneyan de mezinbûna wan, bijartin û ji hev veqetandin dikin û dikin beş bi beş.

Ji welatên Ewrûpayê mişmişan difroşin welatên weka Almanya, Îngîltere, Danîmarka, Belçika, Hollanda. Li parzemînên din bi balafiran dişînin welatên weka Singapur, Malezya, Hong Kong, Endonezya, Kanada.

Parve bike: