Aborî
Li Tirkiyê hilberîna otomotîvê daket
PeyamaKurd- Li Tirkiyê hilberîna otomotîvê di 8 mehan de %11 daket û jimara wan bû 921 hezar û 187 heb. Bazara otomotîvê bo Tirkiyê bazareka girîng ya aboriyê ye lê bi sedema ku baca otomobîlan zêde ye, hêza xelkê ya kirîna erebeyên sifir têr nake.
Ev meheke ku bi sedema bihayê erebeyên sifir zêde ye, di bazarê de bêhtir desta duyem tê firotin lê niha bihayê desta duyem jî gelek zêde bûye. Ji berk u bazara wan germ e.