Mazîçin debara xwe bi maziyan dikin
PeyamaKurd- Mazî ji darên maziyan tên bidestxistin û di gelek sehayan de tên bikaranîn. Kiryarên mazûçinan ketine ser kilamên Kurdmancî û weke çandekî heya roja me tê. Ji berê de mazîçin di sariya sibê de bi keç, xort, jin, mêr û zarokan ve diçûn çinîna maziyan. Maziyên ku diçinîn, wan li ber tavê an di hundirê xaniyan de radixin heya hişk dibe.
Di serê payîzê de kesên ku maziyan dikirîn dihatin gund bi gund digeriyan û maziyên xelkê li qapanan dixistin û pere gundiyan didan wan. Ji xwe meseleyekî heye ku Mîr Celadet dibêje. Dema jê dipirsin dibêjin sînorê Kurdistanê heya ku derê ye? Mîr dibêje; ciyê ku darên mazî lê qediyan, ew der sînorê Kurdistanê ye.
Îro di mijara maziyan de behsa bajarê Sêrtê heye ku îsal mazîçin car din dest bi karê maziyan kirine û maziyên ku diçinin difroşin bazirganên maziyan û debara xwe pêdikin. Mazî di sektora kozmetîk û derman de têbikaranîn. Hem di karê debaxa çerm de jî têbikaranîn. Lewra niha car din bazara kirîna maziyan vejiya û xelk jî dest bi çinîna maziyan kir. Li gor bazirganan mazî tên firotin bo welatên Çîn, Rûsya, Fransa, Belçîka, Hindistan, Dubaî, Îran, Iraq, Pakistan û Malezyayê.
Mazîçin kiloya maziyên xwe bi 2 dolaran difroşin bazirganan. Ew jî kara xwe datînin ser û difroşin wan dewletên biyanî. Di Kurdistanê de bi taybetî niha li dora bajarê Sêrtê û li der û dora Dihê, gund hene karin 10 ton mazî biçinin. Ev jî pereyekî baş digre.
Li Sêrtê piraniya darên daristanên wan mazîne û sehayeka fireye. Hêrêma Sêrtê, ya Bedlîsê, heya Şirnex û Miksê tije darên mazî ne.