TR KU SO
FB X
Aborî

OECD: Tirkiye di bihabûna xurekan de serî dikisîne

Admin H
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2021 01:01

PeyamaKurd - Rêxistina Peşketin û Hevkariya Aborî (OECD) eşkere kir ku Tirkiye di warê bihakirina nirxê xurakan de di nav welatên herêmê de serî dikişîne.

Li gorî rapora ji aliyê OECD hatiye belav kirin, li Tirkiyê di Îlona îsal de bi rêjeya ji sedî 28.8 û di Cotmehê de jî bi rêjeya ji sedî  27.4 bihayê xurakan hatiye zêdekirin û bi vê rêjeyê jî Tirkiye li pêşiya hemû welatên herêmê ye.

Li gorî raporê di bihakirina nirxên xurakan de piştî Tirkiyê di rêza duyem de bi rêjeyên 12.4 û 13.7 Kolombiya tê.

Herwiha li welatê Avusturalyayê ku di rêza sêyem de ye nirxê xurakan ji sedî 10.6 zêde bûye. Li Almanya di meha Îlonê de bi rêjeya ji sedî 4.8 û di Cotmehê de jî bi rêjeya ji sedî 4.6 nirxê xurekan zêde bûye.

Serokê Odeya Endezyaran a Îzmîrê Tevfik Turk li ser vê mijarê hişyarî daye û gotiye, dê zêdebûna nirxê xurakan berdewam be û diyar kiriye: “Ji gubre heta dermanan hemû tişt têne hawirdekirin û nirxê wan ligel dolar zêde dibin. Di lojîstikê de ji qutiyan heta mazotê di her warî de em bi derve ve girêdayî ne. Êdî berhemhêner nirxê rê û piran jî li nirxan zêde dikin, ji ber ev jî bûne xerciyeke zêde. Bi vî rengî berhemên xurakê qat bi qat zêde dibin û digihin sifreya me.”

Parve bike: