TR KU SO
FB X
Aborî

Rayedarê Iraqî: Pereyê mûçeyan hatiye dabînkirin

Admin H
Nivîskar
📅 12 tebax 2026 20:04

PeyamaKurd - Şêwirmendekê Serokwezîrê Iraqê ragihand ku mûçe hatine dabînkirin û hewldanên dabeşkirinê berdewam dikin. Herwiha rayedarê Iraqî diyar kir ku krîza neqdî ya pereyan di encama aloziyên herêmê û şerê Tengava Hurmizê de çêbûye, ku rê li ber hinardekirina petrolê girtiye.

Şêwirmendê Aborî yê Serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih îro Çarşemê, 12ê Tebaxa 2026ê, ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re got: "Krîzeke neqdî heye û ev krîza darayî di encama siyasetên herêmê de çêbûye. Şerê Tengava Hurmizê bûye sedema girtina rêya hinardekirina petrolê, ji ber ku nêzîkî 85% ji petrola Iraqê di wê tengavê re derbas dibe û Asya jî 70% ji wê petrolê bi kar tîne."

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku bûdceya welat bi rêjeya 90% pişta xwe bi dahata petrolê girê dide. Heke dahat dakeve di bin 10% de, valahî çêdibe. Mezintirîn xerciyên welat jî mûçeyên fermanberan di hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de mûçeyên xanenişînî û çavdêrên civakî ne.

Salih eşkere kir: "Xerciya me ya mehane 8 trîlyon dînar e û ev jî debara nêzîkî 10 milyon kesî dabîn dike, ku dahatê ji hikûmetê werdigirin."

Herwiha tekez kir ku dabînkirina mûçeyan pirseke exlaqî û nîştimanî ye û ew bizavê dikin ku xwarin û mûçeyên zêdetirî 40 milyon welatiyên Iraqê mehane bên dabînkirin.

Salih destnîşan kir ku hikûmet û Serokwezîr nûneriya gel dikin û avakirina dewletê li ser bingeha qanûnê ye û piştrast kir ku mûçe hatine dabînkirin û bizavên temam bo berdewamiya belavkirina mûçeyan berdewam in.

Parve bike: