Aborî
Şandên Hewler û Bexdayê li ser bûdceya 2027an civiyan
PeyamaKurd - Şandeke Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina reşnivîsa yasaya bûdceya sala 2027an li Bexdayê bi Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê re dest bi civînan kir.
Şanda teknîkî ya Herêma Kurdistanê ku ji rêveberên beşan, şêwirmend û pisporan pêk tê, armanc dike ku parvekirina para Herêmê û dabînkirina mafên darayî di nava projeyasaya bûdceya dahatû de misoger bike, berî ku ew bi fermî ji bo Encûmena Wezîran û Parlamentoya Iraqê were şandin.