Civînên Şanda Kurdistanê û berpirsên Bexdayê dest pê kirin
PeyamaKurd - Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta nîqaşkirina pirsên girîng ên wekî pişka Herêma Kurdistanê di budceya 2027an de, dosyaya petrolê, dahatên navxwe û sîstema Asycudayê îro yekşemê, 8ê Mijdara 2026ê, li bajarê Bexdayê dest bi civînên bi berpirsên Hikûmeta Iraqê re kir.
Şanda Herêma Kurdistanê ku serokatiya wê Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Dr. Omêd Sabah vdike, li Encûmena Bilind a Aborî ligel şandeya federalî ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Plandanînê Mihemed Temîm dicive.
Di civînê de danûstandinên krîtîk li ser çar pirsên sereke tên kirin. Di serî de cudahiya di navbera daxwaza Hewlêrê ya %14.14 li ser bingeha amarên serhejmêriyê û pêşniyara Bexdayê ya %12.67 ku bi şertê hinardekirina rojane 450 hezar bermîlên petrolê hatiye girêdan.
Her wiha aliyan li ser nêzîkî 13 trîlyon dînar ku ji bo Herêmê hatiye veqetandin û kêmasiyên darayî yên di budceya giştî ya bi qebareya 217 trîlyon dînaran de nîqaşên berfireh dikin.