TR KU SO
FB X
Aborî

Şîrketa Alman ya otomasyonê Festo 1300 xebatkarên xwe ji kar derdixe

Admin M
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 23:55

PeyamaKurd – Şîrketa Almanya ya otomasyonê ya bi navê Festo ragihand ku bi sedema maliyeta barê aboriya xwe kêm bike, dê 1300 xebatkarên xwe ji kar derxe.

Şîrketa Almanya Festo, bi sedema krîza aboriyê ya dinyayê, ji bo barê xwe yê darayî sivik bike li Almanya 1300 karkerên xwe ji kar derdixe.

Festo, li Almanya karê hilberîna teknolojiya otomasyonê û tesîsa endustriyê dike. Navenda wê li Esslingenê ye. Şîrket, bi vê biryara xwe dixwaze xwe nûh bike, xebatkaran kêm bike û di salê de wê karibe maliyeta xwe 200 milyon kêm bike.

Karmendên ku ji kar derxe, wê ji temamê beşan be lê tesîsa wan ya hilberînê ya Almanya karê xwe dewam bike.

Li gor rêjeyên dawiya sala 2025an; 20 hezar û 600 xebatkarên şîrketê hene û 8 hezar û 200 xebatkar li Almanya dixebitin. Dahata wê ya salane di ser 3 milyar Avro de ye.

Parve bike: