Aborî
Subaru vê carê dê helîkopteran çêbike
PeyamaKurd- Şîrketa Japonî Subaru Corporation û Bell Helicopter, bi hevre hevkarî dikin da helîkoptera ku bikeve şûna UH-1J yê çêbikin.
Li gor ragihandina Subaruyê di çarçoveya bernameya UH-X ê de, dê modela SUBARU BELL 412EPX çêbikin. Ev model wê di şert û mercên xwezayê yên zahmet de bibe desteka hêzên bejayiyê yê Japonan.
Teslîmatên ewilî wê di sala 2022an de çêbibe. Helîkopter dê di afetan û seha bergiriya Japonyayê de bên bikaranîn.