Trump: Îran dixwaze peymanê çêbike, lê hê ne amade ye
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trump di hevdîtineke xwe de gotûbêjên li ser Îranê nirxand û diyar kir ku her çend Tehran dixwaze peymanekê çêbike jî, lê ew bi raya wî hîn ne amade ne û got: "Yan em ê peymaneke baş çêbikin yan jî em ê qet peymanê nekin.
" Trump bal kişand ser wê yekê ku kapasîteya leşkerî ya Îranê hatiye kêmkirin û aboriya vî welatî bi enflasyoneke zêdetirî ji sedî 300 re rû bi rû ye.
Trump her wiha destnîşan kir ku ew Tengava Hurmiz bi rengekî xurt di bin kontrola xwe de digirin û artêşa Îranê di rewşeke zehmet de ye, ji ber ku nikarin mûçeyên leşker û polîsan bidin.
Serokê Amerîkayê anî ziman ku her çend di mijara pêkanîna peymanê de gumanên wî hebin jî, lê di dawiyê de ew ê serbikevin û di destê wî de ji bo biryarên mezin vebijêrkên cûrbicûr hene.