TR KU SO
FB X
Aborî

Tirkiyê ji sedî 10ê borseya xwe firot Qeterê

Admin H
Nivîskar
📅 26 mijdar 2020 23:14

PeyamaKurd – Mîrê Qeterê Temim bin Hemed Al Sanî îro 26ê Mijdarê serdana Tirkiyê kir û li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiya.

Hat ragihandin ku Qeterê çend peymanên aborî bi Tirkiyê re îmze kirin ku yek ji wan jî firotina ji sedî 10 para Borseya Stenbolê ye.

Li demeke ku Tirkiye bi krîzeke kûr aborî re rûbirû dibe, wekî carên din dîsa Qeter sermayeya xwe diherikîne Tirkiyê û veberhênanê dike.

Firotina Borseyê rastî karvedaneke mezin hat ku dewleteke din dibe şirîkê borseya netewî ya welatekî din.

 

Parve bike: