Tirkiye: “Me operasyon kir ser şebeka girêdayê Îsraîlê”
PeyamaKurd – Di operasyona MİT ê û asayîşa Tirkiyê de, li navenda bajarê Îstenbolê, operasyon kirin ser 25 şîrket û 40 navendên bangê. Di operasyonê de 175 kesan xistin binê çav, dest danîn ser 1,5 milyar lîrayê Tirkiyê, 80 alav û 12 mulkan.
Wezîrê dadê Akın Gürlek ragihand ku şebeke bi Îsraîlê re têkildare û derbekî mezin lê dane.
Operasyon bi serpereşetiya serdozgeriya Îstenbolê hatiye kirin, pê re wezareta karên nav xwe ya Tirkiyê û MİT operasyonê kirine. Operasyonê weka xabapandina forexê ya navdewletî bi nav kirin û avêtine ser 25 şîrket û 40 navendên bangê.
Gumanbarên hatine girtin, dest danîne ser hesabên wan yên bankayan, cuzdanên wan yên criptoyê û hesabên wan yên bazirganî.
Analîstên MASAKê, bi tesbîta MİTê û asayîşê, di rêya İnterpolê de, mexdûrên ku seredana ji bo mexdûriyeta xwe kirine, şîrket kesên di encamê de ji wan fêde dîne û xwediyên wan tesbît kirine ku têkiliyên wan bi Îsraîlê re hene. Li ser operasyonê; wezîrê dadê Akın Gürlek weha got:
“Di 4 dosyayên lêpirsîna serdozgeriya Îstenbolê de, di sala 2026an de, hinek şîtket di bin navê ‘Navenda Bangê’ de, di ser hesabên medya civakî û înternetê de, reklama veberhênanên forex û cripto belav kirine û îşaretên ku welatiyên biyanî bi qezencên mezin xapandine dîtine.
Lêpirsîna mijarê di serpereşiya buroya fînansmana terorê û sipîkirina peran ya di bin sîwana serdozgeriya Îstenbolê de, bi hevkariya serokatiya daîra MİTê ya herêma Îstenbolê û rêvebiriya sayîşa Îstenbolê beşa têkoşîna bi sûcên sîberî re meşandine.”
Di daxwuyaniya wezîr de hat gotin ku gelek kes di mijarê de mexdûr bûne û giliyan kirine. Di encama ew çend seredanan de, MİT û asayiş tesbît kirine ku ew şîrket piraniya wan bi îsraîlê re têkildarin û welatên cuda xistine nav hedefên xwe ku welatiyên wan bixapînin.
Nûnerên şîrketan bi zimanên cuda axifîne û mexdûran xistine nav sîstemê, kontrolên gumanbaran li ser platforman de kirine, dîtine ku gelek qezenca zêde nîşan dane û ji bo mexdûr bêhtir perê xwe bixine sîstemê, wan dehf dane ber bi veberhênanê ve.
Dema muşterî an ku mexdûr xwestine perê xwe bistînin, sedemên weka ‘bloka hesab’, ‘bac’ û mişjarên dinan dane pêş û hinek perên din jî ji wan xwestine. Xwediyên şîrketan perên xelkê mexdûr şandine ser hesabên xwe yên bankayên derveyê welat û hesabên xwe yên cripto.
Di dosyayan de behsa miqdarekî zêde pere tê kirin ku hecma perann gihaye 13 milyar TL.yî.