Wê 300 hezar bermîl petrol bi boriya Kurdistanê bê şandin
PeyamaKurd - Ji ber metirsiyên ewlehiyê yên li Tengava Hurmizê û rawestîna hinartina ji bendera Besrayê, Wezareta Petrola Iraqê dest bi veguhastina petrola navîn û başûrê welat ber bi Kerkûkê ve kir.
Tankerên ku petrolê hildigirin, derengiya şeva borî gihîştin stasyona "K1" a Şirketa Petrola Bakur da ku ev petrol bi petrola Kerkûkê re were tevlîhevkirin û bi rêya boriya Herêma Kurdistanê ber bi bendera Ceyhan a Tirkiyeyê ve were şandin. Li gorî planê, rojane 90 hezar bermîl petrol bi tankeran digihîje Kerkûkê û piştî ku 10 heta 12 saetan di depoyan de tê parastin û ji avê tê paqijkirin, ber bi bazarên cîhanê ve tê hinartin.
Armanc gihandina 300 hezar bermîlan e
Li stasyona K1ê ku niha 13 depoyên wê çalak in, amadekarî ji bo zêdekirina qebareya hinartinê hatine temamkirin û di 5ê Nîsanê de pompeyên petrolê bi serkeftî hatine ceribandin.
Berpirsên Şirketa Petrola Bakur diyar dikin ku niha rojane 210 hezar bermîl petrola Kerkûkê û 15 hezar bermîlên Herêma Kurdistanê tên hinartin, lê bi zêdekirina petrola başûr, armanc ew e ku ev rêje rojane bigihîje 300 hezar bermîlan. Ev guherîna di rêya hinartinê de wekî gava stratejîk a Iraqê tê dîtin ku piştî şerê dawî yê di navbera Amerîka û Îranê de ji bo parastina aboriya xwe avêtiye.