TR KU SO
FB X
Aborî

Wê di fabrika Hondayê de hilberîna otomobîlên hîbrît bêkirin

Admin M
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2021 03:17

PeyamaKurd – Fabrîka Hondayê ya ku li navça Gebze ya bajarê Kocaeliyê bû û hatibû girtin, ji aliyê HABAŞ ê de hat kirîn û wê otomobîlên cîh yên hîbrît tê de bên hilberîn. HABAŞ dest bi amadekariyan kir. Rêvebirên HABAŞ ê bi 30 şîrketên endazyariyê re di nav têkiliyan de ye û wê li pey hev hilberîna otomobîlên hîbrît bike.

Hem wê HABAŞ ekîpmanên Hondayê yên li Îngîltere ne bibe Tirkiyê û ji bo xebatkarên berê, ji bo bi HABAŞ ê bixebitin teklîfan kirine.

Li Gebzeyê fabrika Hondayê 24 sal xebitî bû û di sala 2019an de dawî li xebata xwe anîbû.

Di fabrika Hondayê de 770 karker dixebitîn û salane hilberîna 38 hezar otomobîlan dikir.

Parve bike: