'Kurd ji domandina lîstika ser nakokiyên Rûsya-Amerîkayê bi guman in'
PeyamaKurd – Rojnameya El Ereb li ser hevdîtina Trump-Erdogan û bandora Rûsyayê li ser siyaseta Erdogan a Sûriyê raportek weşand.
Rojname gumanên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bibîr dixe û dibêje ku lîstîna ser nakokiyên navbera Rûsya û Amerîkayê bandoreke neyînî li ser pêşeroja wan çêdike.
Li gorî rojnameyê, Moskow li benda encamên civîna navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkyayê Donald Trump e ku 13ê Mijdarê li Koşka Spî hatiye lidarxistin.
Rojname dibêje, beriya civîna Trump-Erdogan Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê Amerîka tewanbar kir ku dixwaze dewleteke Kurdî li rojhialatê Firatê ava bike.
‘Tirkiye nikare bi Amerîka re pir bi kûr biçe’
Çavkaniyên Rûsyayê ji El-Ereb re diyar kirin ku Kremlin di wê baweriyê de ye ku Tirkiye nikare pir bi Amerîkayê re kûr biçe, derbarê mijara Sûriyê de, ji ber ku hêza Rûsyayê li ser erdê pir mezin e û gelek berjewendî di navbera herdu aliyan de hene.
‘Civîna Erdogan a bi Trump re bandora neyînî li ser têkiliyên Rûsya nake’
Trump di dema hevdîtina xwe bi Erdogan re roja çarşemê pesnê ‘dostaniya kevin` ya herdu aliyan da, herwiha diyar kir ku ew pirsgirêkên Tirkiyê yên li Sûriyê dizane, mebesta wî Yekîneyên Partstina Gel a Kurdî bû.
Pispora Rojhilata navîn ya ji instutuya Carnegee, Maryana Belinkaya, diyar kir ku dê hevdîtina Trump-Erdogan bi awayekî neyênî bandorê li ser têkiliyên Rûsyê û Tirkiyê neke.
‘Axaftinên Erdogan dengvedana Kremlînê ye’
Li aliyê Pisporê navdar yê navenda GSA, Tiyudor Karasice ji El Ereb re destnîşan kiriye ku Tirkiyê her dimîne yek ji hevparên girîng ên Amerîkayê di nava NATOyê de.
Herwiha li wir baregeha Incirlik heye ku di mijara nakokiyên bi Îranê re pir girîng e, lê tevî wê jî Tiyudor Karasice dibêje ku “Washington dizane ku Moskow dikare pir bandorê li Enqerê bike û pê bilîze. Lewma dikare bê gotin ku axaftinên Erdogan, dengvedana axaftinên Kremlinê ye.”