TR KU SO
FB X
Analiz

Magdy Khalil: ‘6 dewlet parçe dibin û dewleteke bihêz a Kurd tê avakirin’

Admin H
Nivîskar
📅 31 rêbendan 2020 21:43

PeyamaKurd – Ramyarê Misirî Magdy Khalil, di nirxandineke xwe de got ku wê çend salên dahatî Rojhilata Navîn ji nû ve bê dîzaynkirin û nexşeyên gelek dewletan dê bên guhertin.

Li gorî pêşbînî û îdiayên Magdy Khalil, wê Sûriye, Iraq, Tirkiye, Yemen, Libya û Erebistana Siûdî parçe bibe, Îran jî bibe dewleteke laîk û herwiha Kurdistaneke bihêz jî were avakirin.

Ramyarê Misirî Magdy Khalil li ser hesabê xwe yê Twitterê îdia kir û got: “Di salvegera sedsaliya avakirina dewleta Îsraîlê de (1948-2048) wê Rojhilata Navîn têşeyeke (form) nû bistîne.”

Pêşbîniyên Khalil ên derbarê Rojhilata Navîn de bo sala  2048an wiha ne:

  • Serdema petrolê bidawî dibe
  • Iraq parçe dibe
  • Sûriye parçe dibe
  • Dewleteke bihêz a Kurd ava dibe
  • Yemen parçe dibe
  • Libya parçe dibe
  • Tirkiye parçe dibe  
  • Erebistana Siûdî parçe dibe
  • Îran dibe laîk û hevpeymana welatên rojavayî
  • Bi milyonan kes li Misirê ji birçîna dimirin
Parve bike: