‘Serkeftina Pîrûs’ê: Îran bi ser jî neket, têk jî neçû
PeyamaKurd - Agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de pirsa ‘Gelo kê şer qezenc kir?’ têne bîrê. Lê belê, ev pirs bi temamî xelet e. Îranê ne DYA û Îsraîl têk bir, ne jî Komara Îslamî di bin zexta leşkerî de hilweşiya.
Li gorî gotara li ser peymana bidawîkirina şer a Menahem Merhavy yê lêkolînerê Enstîtuya Harry S. Truman li Zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê û mamosteyê li Koleja Shalem, tiştê ku niha girîng e ew e ku Tehranê çi parast, çi bi temamî winda kir û gelo rejîmeke derb-xwarî dikare vê bêhnvedana siyasî veguherîne garantiya mayîna xwe yan na?
Peymana agirbestê ya ku vekirina Tengava Hurmizê û kêmkirina toleyên neftê vedihewîne, nîşan dide ku Îranê piştî êrîşeke giran karîbû DYAyê neçarî muzakereyê bike; lê ev ne serkeftin e, tenê pozîsyona dewleteke birîndar e ku hêza wê ya astengkirinê hişt ku dijminên wê mercên xwe bi serê xwe ferz nekin.
Parastina rejîmê û qeyrana rêbertiyê li Îranê
Serkeftina herî mezin a Îranê di qada navxweyî de pêk hat. Tevî ku Rêberê Bilind Elî Xameneyî di êrîşeke Îsraîlê de hat kuştin û derbên giran li binesaziya stratejîk a welat ketin, rejîmê kontrola xwe winda nekir û bilez Mucteba Xameneyî wekî şûngirê bavê wî destnîşan kir.
Ev guhertina bilez a ku bi piştgiriya Pasdarên Îranê pêk hat, nayê wateya ku Îran radîkaltir bûye, ji ber ku xeta hişk jixwe desthilatdar bû.
Lê belê, ev berdewamî nayê wateya hêza rejîmê jî, pergaleke ku li dijî monarşiya mîratî hatibû avakirin, niha desthilatdariyê wekî mîras dide kurê rêber, ku vê jî komara şoreşê veguherand deshilateke ewlehiyê ya malbatî.
Têkçûna stratejiya herêmî û şerê li ser erdê
Ji aliyê herêmî ve Îranê yek ji girîngtirîn avantajên xwe ji dest da ku nabe şer ji axa Îranê dûr bê girtin. Tehranê bi salan veberhênanên mezin li ser Hizbullah, mîlîsên Iraqî û Hûsiyan kir da ku kûrayiyeke stratejîk ava bike û xwe ji êrîşên rasterast biparêze.
Lê ev mertal parçe bû; Îran rasterast û bi kûrî hat lêdan, rêberê wê hat kuştin û tora wê ya wekîl tenê karîbû aloziyê bafirîne lê nekarî parastineke tam bide Îranê, ku ev ji bo doktrîna herêmî ya Tehranê têkçûneke stratejîk a giran e.
Çeka Hurmizê û xefika aborî
Krîza aborî û Tengava Hurmizê sînorên hêza Îranê nîşan dan. Her çend Tehranê bi astengkirina trafîka deryayî zirar da aboriya cîhanê û karî DYAyê bikişîne muzakereyê jî, ev yek bû sedema îzolebûna kûrtir a Îranê.
Heke di peymana dawî de cezayên aborî bên sivikkirin, ev dê nefesekê bide aboriya welat; lê di heman demê de xetereyeke mezin a siyasî ye. Ceza her dem ji bo rejîmê wekî hinceteke hêsan ji bo veşartina gendelî, birêvebirina xirab û valakirina çavkaniyan xizmet dikir û gava ev hinceta derve lawaz bibe, berpirsiyarî dê rasterast bikeve ser milê deshilata hûndir.
Îran ne bi ser ket ne jî bi temamî têk çû
Di encamê de, Îran ji vê pêvajoyê ne bi serkeftineke tam û ne jî bi têkçûneke mutleq derket. Rejîmê karîbû kontrola welat biparêze û dijminên xwe neçarî peymanê bike, lê rêberê xwe yê kevn û parastina stratejîk a axa xwe winda kir.
Mayîna rejîmê tenê hesabpirsîna rastî paş xist. Niha pirsgirêka herî mezin a Komara Îslamî ne tenê li berxwedana li dijî zextên derve ye, di heman demê de razîkirina gelê xwe ye ku ev pergala ku welat biriye nav karesatê, dikare welat ji nû ve ava bike.