3 hezar sal berê ji hespê mirî re merasima defnê kirine
PeyamaKurd – Li Bakûrê Misrê di kolandinên binê erdê yên Tell Al-Abqainê de, îskeletekî kevin yê hespekî ciwan derket ortê.
Arkeolog dibêjin; şiklê defna hespê û perçeyên ku nêzî hestiyên wî hatine dîtin, nîşan didin ku hesp bi armanca leşkerî ya fermî hatiye bikaranîn û piştî mirina hespê wî bi merasim defin kirine.
Di kolandinên binê erdê de, nîşaneyên di wexta Qraliyeta Nûh de bê terzê jiyanê çawa bûye û jiyana rojane çawa jiyane, derketine ortê.
Ciyê ku hestiyên hespê û alavên aîdê wî hatine dîtin, li delta Rojavayê Çemê Nîlê ye û keleha li wê derê di wexta Misir xwe li hemberê êrîşên Lîbyayê diparast de weka kelehekî leşkerî hatiye avakirin.
Lêkolîner dibêjin rewşa defna bedena hespê, bergeha serê wî û avakirina gora wî nîşan didin ku hesp bi awayekî giştî an ku ji rêzê nehatiye defin kirin.
Arkeologan tesbît kirine ku di nava kelehê de, komekî avahiyên ji kelpîçan, kolanên bi rêk û pêk, sîloyên ku di wan de dexlê didan ser hev, firûnên girover yên ku ji bo xwarinan di wan de bipêjin hene.
Rayedarên Berhemên Kevin yên Konseya Bilind yên Misrê gotine ku berhemên di kelehê de dîtine, nîşan didin ku di kelehê de jiyana rojene û rêvebirî bi plan hatiye meşandin.
Tîma kolandinan perçeyekî stel dîtine ku ji kevir hatiye çêkirin. Di stelde dîlekî destên wî girêdayî û bedena wî xwarkiriye. Lêkolîner dibêjin ku ji timtêla wî xwuya dike ku ew kes dîlekî Lîbyayiye.
Di kolandinan de, niviştên dînî yên parastin, bereket û hêzê hatine dîtin û bi wan re qabên seramîk, ostraka, xişrên xemlê û berhemên din hatine dîtin.