Ajalvanên Mûşê ji zozanan dadigerin
PeyamaKurd – Li seranserê Kurdistanê kesên heywanan xwedî (ajalvan) dikin, bi destpêka germa Baharê re, hêdî hêdî ber bi ciyên bilind ve an ku ber bi zozanan ve heywanên xwe dibin da wan ji germê û nexweşîna ku germ bi xwe re tîne biparêzin.
Bajarekî ji wan bajarên Kurdistanê bajarê Mûşê ye. Xwediyên pez an ku koçer ên pez û heywanên xwe biribûn zozanan, bi sedema serma dê destpêbike dadigerin gund û bajarên xwe.
Koçer, li zozanan berhemên ji heywanên xwe bi dest xistine û dê wan bifroşin bazara welatê xwe. Şîr, penêr, rûnê heywanan û hetta hiriya miyan hilanîn û dadigerin deşta bajarê Mûşê.
Bi Baharê re heywanên ku dizên jî, ji bo wan belkî dahata herî mezine ku bifroşin. Berx, golik, kar û hwd.
Di ser de jî ajalvan ji bo xwe rêxistinekî ava kirine ku navê wê rêxistinê ‘Yekitiya Xwedîkirina Mîh, Bizinên Tovî’ ye. Serokê Yekîtiyê Sami Konuk ragihandiye ku piraniya ajalvanan gihane gundên xwe. Konuk gotiye ku çinîna temamê berhemên erdên çandiniyê yên deşta Mûşê temam bûye û êdî xelk dikare heywanên xwe berde wan pirêzeyan. Konuk got:
“Bi taybetî ajalvanên ku li gundan dijîn û debara xwe bi heywanan dikin, weka her salî li zozanan pêdiviyên xwe yên Zivistanê bi dest dixin. Çawa millet dexlê xwe radike ew jî dadgerin gundên xwe. Dagera ajalvanên gundên Aşdîşadê (Yücetepe), Bahçe, Dêrik, Kurtik û (Fekiyan) Sürügüyê temam bûye. Niha heywanên xwe li deşta Mûşê diçêrînin. Wê xwedîkirina heywanan li gundan dewam bike.”
Xwediyê heywanan li gundên xwe jî hilberîna mast, rûn, to, lorik û berhemên weha niha dewam dikin. Berheman li bazara Kurdistanê difroşin û debara malbatên xwe dikin.