Bi navê Ava Entertain kanaleke nû ya kurdî dest bi wesanê kir
PeyamaKurd - Bi navê Ava Entertain televîzyoneke nû ya cihêreng a kêf û şahîyê dest bi weşanê kir.
Di televîzyona Ava Entertainê da dê bername û programên rengîn ên çand û kultura kurdî, bernameyên populer ku xîtabî zarok û jinên Kurdistanê dikin, bi kalîteyeke baş a deng û reng bihên nîşandan.
Xewdî û damezirênerê AVA Entertainê Mistefa Bayram derbarê avakirina kanalê de got: Ava, kanaleka hemareneg e û ev pênc sal in ji bo wê kar dikin.
Bayram, “Armanca me ji vekirina vê kanalê ew e ku hîmên nirxên kurdewarî bi rengekî bigihîne tevahîya kurdan û paşê jî asta cîhanê.”
Bu gönderiyi Instagram'da görفریكوینسی ئاڤا تیڤی له مانگی دهستكردی نایلسات ??️ #بهمزووانه
Ava Entertainment (@avaentertain)'in paylaştığı bir gönderi ()
Hêjayî gotinê ye ku weşanê Ava Entertain li ser Nilesatê Sateleyt 11353 û frekans 27500 ye. Di televzîyonê da bernemeyên weke Beyanîbaş, Ava Cafe, Kî Dixwaze Bibe Milyoner? 100 pirs, Min û To, ûhwd. bihên nîşandan.