Çand_û_Hûner
Dengbêj Cemalê Mihê yê Sirnexî wefat kir
PeyamaKurd – Dengbêjê naskirî Cemalê Mihê yê Şirnexî bi nexweşîna pandemiyê ket û wî birin nexweşxana Şirnexê ya dewletê. Li ser nexweşîn lê giran bû wî birin Diyarbekirê nexweşxanê bo dermankirinê lê mixabin li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Dengbêj Cemalê Mihê nexweşê pişika xwe bû jî. 6 meh berê jî bi sedema pençeşêra pişikê tedawî dîbû.
Dengbêj Cemalê Mihê ji gundê Kavilê Kalo ya bi ser Dêrgula ser Şirnexêye û ji zarokatiya xwe de dengbêjiyê dike.
Dengbêj Cemal di sala 1957an de hatiye dinyayê û gelek kilaman gotiye û çêkiriye. Gelek caran jî tevlî bernameyên televîzyonan bûye.